Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê îdia dike ku reşnivîsa Yekîtiya Ewropayê bo Bercamê di beşa garantîdanê de lawaz e

13:09 - 1 Îlon 2022

Wezîrê Derve yê rejîma Îranê “Husênemîr Ebdullahiyan” gotiye ku reşnivîsa Yekîtiya Ewropayê bo gihîştin bi encama danûstandinên Viyenê di beşa garantîdanê de lawaz e.

Rejîma Îranê bi hincetek nû û bi armanca dirêjkirina heyama danûstandinên navkiyên ji wajokirina reşnivîsa Yekîtiya Ewropayê bo zindîkirina Bercamê xwe diparêze û wezîrê derve yê rejîma Îranê “Husênemîr Ebdullahiyan” gotiye: “Reşnivîsa Yekîtiya Ewropayê bo zindîkirina Bercamê di beşa garantîdanê de lawaz e”.

Çend rojan berî niha jî rejîma Îranê hêcet girtibûn ku divê dosyeya peydabûna Uraniyom di 3 binkeyên navkiyên neragihandiyên Îranê bêne girêdan û lêkolîn li ser vê mijarê bê sekinandin.

Tevî ku Amerîka û Yekîtiya Ewropayêagehdarin ku rejîma Îranê li pey qazanckirina dem de ye, rejîma Îranê kariyê her carê bi hêcetekê ji wajokirina reşnivîsa Yekîtiya Ewropayê bo zindîkirina Bercamê xwe biparêze.

Wezîrê Derveyê rejîmê di civîneke hevpar digel Wezîrê Derve yê Rûsiyê “Sergey Lavrov” li Rûsiyê de gotiye: “Çareserkirina pirsa Uraniyoma peydabûyî li navendên neragihandiyên navkî yên Îranê bi dana garantiyan ve girêdayî ye”.

Rejîma Îranê bo berhemanîna Uraniyom a bi tîratiya hewce bo berhemanîna çeka navkî, di navenda navkiya Netenzê de santrîfiyûjên “IR6” bi kar tîne û ji aliyê din ve lipey qezenckirina dema hewce bo wî karî ye.