Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bilindbûna nirxên alavên maşînan di Îranê de bûye sedema zêdebûna rêjeya alavên sexte û qaçax

13:22 - 3 Îlon 2022

Bi sedema bilindbûna nirxên alavên maşînan di bazarên Îranê de rêjeya alavên sexte û qaçax yên maşînan di wî bazarî de zêde bûye.

Pêka raporên nûçegihaniyên rejîma Îranê ku hatine belav kirin, Wezîrê Pîşesaziyê yê rejîma Îranê daye zanîn ku, di bazarên Îranê de bi sedema bilindbûna nirxên alavên maşînan di niha de zêdetir ji sedî 30 alavên maşînan ku di bazarên Îranê de hene an sextene an jî bi awayekê qaçax anîne bo Îranê.

Herwisa hatiye ragihandin ku, di hin bajarên Îranê de alavên karkirî reng dikin û bi nirxa alavên nû bi hevwelatiyan re difiroşin.

Li derheq wan alavên ku di bazarên Îranê de hene serokê navenda lihemberderketina alavên qaçax “Emîrmihemed Perhamfer” gotiye: Pêka navendên berhemanînê di Îranê de ji sedî 60 alavên maşînan ku di bazarên Îranê de tên berhem anîn nestandard û sexten e.

Nebûna alavên kêrhatî bi nirxek baş bo welatiyan bûye arîşeyek micid û ev yek li ser can û malê wan jî bandorek nerênî daniye û rêjeyek zêde ji amarên bûyerên hatinûçûnê di Îranê de bi sedema nestandardbûna alavên maşînan in.