Di bajarê Dîwandereyê de xelkê xwenîşander maşînên hêza Întizamî şewitandin û herwisa di bajarê Tehranê de jî maşîneke geşta Îrşad ji aliyê xelkê ve hatiye şewitandin.
Pîştî mangirtina Seranserî li Rojhilatê Kurdistanê, xelkê şoreşgerên Rojhilatê Kurdistanê di piarniya bajaran de, tevlî vê mangirtinê bûne û hêzên serkutker ên rejîma Îranê bo rêgirî li xwenîşandan û mangirtina xelkê bi hemû awayekê hewlê didin, lê berxwedana xelkê bûye sedema şikesta hewlên reîmê.
Di bajarê Dîwanderê de xelkê têkoşerê wî bajarî li hember hêzên serkutkerên rejîmê sekinîne û di şer û levdaneke naberanber de bi keviran û şewitandina maşînên hêza Întizamî, ev neçar bi paşekêşeyê kirine.
Herwisa di bajarê Tehranê de jî, xelkê maşîneke geşta Îrşad şewitandine û pêla nerizayetiyê li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê berfirehtir dibe.
Piştî banghêjiya Navenda Hevkarî ya Partiyên Kurdistana Îranê, xelkê bi piştevanêkirin li mangirtina seranserî, xîmê rejîmê lerizandine.