Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xwenîşandanên nerizayetiya xwendekaran li Tehranê, bi dijî rejîma Îranê

19:12 - 19 Îlon 2022

Xwendekaran di çandîn zanîngehan de bo nîşandana nerizayetiya xwe li derheq kuştina keça Kurd “Jîna Emînî” ji aliyê rejîma Îranê ve, dest bi xwenîşandeneke berfireh kirin û li dijî rejîmê diruşm dan.

Xwendekaran li zanîngehên, Emîr Kebîr, Terbiyetê Moderis, zanîngeha Huner, Bihiştî, Polî Teknîk û Tebatebayî de xwenîşandanên berfireh û bi kerb û kîn lidar xistin û tevî hemû hewlên parastina zanîngehan û hêzên ewlehî û întizamî yên rejîmê, xwenîşandanên xwe micidtir bi rê ve birin.

Di wan xwenîşandanan de ku li zanîngehên cuda de bi rê ve çûne siloganên li dijî rejîma Îranê yên wek Bimre dîktaror, rizgarî mafê meye û hêza me yekîtiya me ye, em hemû Mehsa ne, werin meydana şer heta em şer bikin, ji Kurdistanê heta Tehranê hemû Îran xwîne û çendîn cur siloganên din li dijî rejîma Îranê dane.

Di bajarê seqiz û Dîwandereyê de jî xelkê bi şer û levdan digel hêzên serkutker bi keviran şikest dane hêzên serkutker û maşînên wan şewitandine û ew neçar bi paşekêşiyê kirine.

Agirê nerizayetiya xelkê li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê li derheq kuştina keça Kurd “Jîna”yê dem bi dem geştir dibe.