Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hêzên tepeserkare rejîma Îranê ji tirsê kerba xelkê nerazî di xwendingehan de cihgîr bûne

19:14 - 19 Îlon 2022

Di bajarê Bokanê de hêzên serkutker ên rejîmê bo xweparastin ji kerb û kîna xelkê nerazî di xwendêngehan û cihên perwerdeyê de cihgîr bûne û herwisa beşek ji hêzên ewlehî li nexweşxaneyan de cihgîr kirine.

Berfirehtirbûna xwenîşandana xelkê Rojhilatê Kurdistanê di çendîn bajaran de bi taybet li bajarê Bokanê bûye sedem ku hêzên rejîmê ji tirsê xelkê nerazî, di cihên wek xwendingeh û navendên perwerdeyê de cihgîr bibe ku ew kiryara hêzên serkutkerên rejîmê li dijî yasaya navnetewî ya bikaraîna xwendingehan wek binkeya leşkerî ye.

Herwisa rejîma Îranê beşek ji hêzên ewlehiya xwe li nexweşxaneyên bajarê Bokanê de cihgîer kirine ku di egera her alozî û birîndarbûnekê de hewceye xelk, vê hewla rejîmê berçav bigrin û xwe biparêzin.