Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Navenda Teşkîlata PDKÎ agehdariyek belav kir

19:16 - 19 Îlon 2022

Navenda Teşkîlata PDKÎ li derheq berdewamiya xelkê li ser daxwazên berheqe xwe, agehdariyek belav kir.

Deqa agehdariyê wihaye:

Agehdarî

Em hemî xelkê welatparêze Rojhilatê Kurdistanê haydar dikin ku mangirtina giştî a îro 28ê Xermananê li Kurdistanê, bi temamî rejîm xistiye tengaviyê û nîgeran kiriye, her lewma rejîm kevtiye fikra tol vekirinê ji xelkê Kurdistanê, û dixwaze xwenîşandana hêminaneye xelkê bikêşe ber bi aliyê tun û tîjiyê ve.

Her lewma em daxwazê ji we dikikin tevî berdewam bûna li ser daxwazên berheqe xwe, divê ku hun gelek hişyarê pîlanêt çepele rejîmê bin û pûç û bêsir bikin.

Navenda Teşkîlata PDKÎ

28ê Xermanana 1401 an