Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Înternet di Rojhilatê Kurdistan û Îranê de rastî qutbûn an daketina lezgîniyê hatiye

11:45 - 20 Îlon 2022

Di her alozî û xwenîşandanekê de rejîma Îranê înternetê wan cihên aloz qut dike û li cihên din jî lezgîniya vê kêm dike ku rêgirî ji belavbûna nûçeyan bike.

“NetBlocks” ku çavdêrî li ser lezgînî û bikarhatina înternetê li cîhanê dike, qutbûna înternetê li bajarê Sineyê li Rojhilatê Kurdistanê piştî xwenîşandana nerizayetiya xelkê bi sedema kuştina “Jîna Emînî” ji aliyê rejîma Îranê ve pişrast kiriye û herwisa belav kiriye ku li seranserê Îranê lezgîniya înternetê gelek kêm bûye; Rejîma Îranê bo sansorkirin û rêgirîkirin ji belavbûna nûçe, wêne û girte vîdiyoyan pirsgirêkan li hêlên înternetê de çê dike.

Herwisa “NetBlocks”ê pişrast kiriye ku lezgîniya înternet li piraniya bajarên Îranê de gelek kêm bûye.

Piraniya bajarên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê xwenîşandanên nerizayetiyê lidar xistine û rejîma Îranê di hin deveran de înternet qut kiriye an heta astekê lezgîniya vê kêm kiriye ku neyê bikaranîn.

Rejîma Îranê berê jî di dema xwenîşandanên berfireh de înterneta bajaran qut kiribû an heta astekê lezgîniya vê kêm kiribû ku nedihat bikaranîn.