Navenda Birêveberiya Giştî ya Partiya Demokrat li derheq hevgirtina herdu aliyên Demokratan spasnameyek belav kir
Deqa spasnameyê wiha ye:
Komên xelkê Kurdistanê
Partî û hêzên siyasî yên dost û hevpeyman
Civatgeh û civata navneteweyî
Kesayetiyên azadîxwaz û şoreşger
Malbatên serbilind yên şehîdan
Girtiyên siyasî
Herçawan ku haydar in, roja 30`ê Xermanana îsal, beramber 21`ê Îlona 2022`an, piştî derbaskirina piroseya danûstandinên di vê derheqê de, piroseya hewl bo hevgirtina micid ya Demokratan gihîşt bi encamê, û di merasimekê de mizigîniya gihîştina bi encamê ya wan hewlan, bo raya xelkê Kurdistanê hat ragihandin.
Hewceyî gotinê ye ku, her li destpêka piroseya danûstandinan heta dawîn pêngavên vê piroseyê, piştevanî, hewl û helwesta tev endam, alîgir, kadr, pêşmerge, dost, dilsozên partiyê û tevgera rewa ya me, cihê dilgermî û handana heyetên danûstandinan û rêberiya herdu aliyên Demokratan di ber bi pêşvebirina piroseya hevgirtinê û çareseriya astengiyên heyî yên li ser rêya me, bi mebesta bidestveanîna daxwazkariyên rewa yên wan û bicihanîn û tespîtkirin û îradeya micid ya rêberî û bedenya Demokratan li derheq hevgirtina dubare ya refên Partiyê bû.
Piştî hevgirtinê jî, şîpelek berfireh ji coş û hêvî û nîşandana dilxweşiyê bi awayên cuda, li seranserê Kurdistan û aliyên şoreşger yên siyasî yên azadîxwaz ên Kurdistan û Îranê ji xwe girt û xelk, hêzên siyasî, civetgeh û civatên navneteweyî yên dost û hevpeyman bi şandina peyamên pîrozbahiyê û serdana binke û nûneratiyên me li Kurdistan û cihên cuda, dixweşî û piştevaniyên xwe li derheq vê hevgirtinê de nîşan dan.
Her bi vê hilkeftê hewce dizanin ku li ser navê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, ji dilsozî, alîkarî û piştevaniyên berdewam yên we heta gihîştin bi encamê a piroseya danûstandinan, spasî û destxweşiyê bibêjin û bi bilind nirxandina îhsasên pak û peyamên tijî hêvî yên pîrozbahiyên we û herwisa pêwendî û hevdîtinên we, radigihînin ku Partiya me li hember piştevanî û keremên we yên bê dawî, xwe berpirsyar dizane û di birêvebirina rola micidane ya şoreşgerî û encamdana berpirsayetiya neteweyî, siyasî û dîrokî ya xwe dê berdewam be û bi pejrandina pirensîp û bingehên demokratîk û mirovî yên xwe, pêngavên bandordar li derheq hevgirtina zêdetir a refên şoreşê li rêya gihîştin bi armancên tevgera rewa û nirx û bihaya taybet bo têkilî û alîkariyên dostane û şoreşgerî digel tevahiya dost, dilsoz û şoreşgirên rêya azadiya neteweya Kurd û rizgarbûna nîştimana me qayîl e.
Rêz û spas
Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê
Navenda Birêveberiya Giştî