Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Sê kes ji xelkê nerazî yên bajarên Kurdistanê ji aliyê hêzên rejîmê ve hatine kuştin/ 120 kes jî birîndar bûne

18:27 - 20 Îlon 2022

Xelkê Rojhilatê Kurdistanê bi yekdengî rijiyane ser şeqaman û li dijî cinayeta rejîmê li hember “Jîna Emînî” xwenîşandan kirin.

Di nav xwenîşandan de sê kes ji xelkê nerazî ji aliyê hêzên rejîmê ve hatine kuştin.

Li gor amara Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, sê kes ji xelkê nerazî ji aliyê hêzên rejîma Tehranê ve hatine kuştin. Ev kesên ku bi gulleyên hêzên serkutkar ên rejîmê canê xwe ji dest dane wiha ne:

“Muhsên Mihemedî kurê Xelîfe Mesûd, di meşa kombûna nerizayetiya bajarê Dîwanderê de bi gulleyên hêzên rejîmê canê xwe ji dest da.

Riza Letîf xelkê bajarê “Dêhgulan”ê bi derba gulleya hêzên serkutkar hate kuştin.

Fireydûn Mehmûdî, xelkê bajarê Seqizê di meşa kombûna nerizayetiya xelkê bajarê Seqizê de bi gulleyên hêzên rejîma Îranê canê xwe ji dest da.”

“Kurdpa”yê daye zanîn ku zêdetir ji 120 kes li bajarên Rojhilatê Kurdistanê de li nav meşa kombûna nerizayetiyê de hatine birîndarkirin.

Wê Ajansê ragihandiye ku zêdetir ji 120 kes xelkê nerazî li Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê hêzên ewlehî yên rejîmê ve hatine binçavkirin.