Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Qelta hikûmetî ya Jîna Emînî bi destê geşta îrşadê bertekên cîhanê li pey xwe anî

13:07 - 21 Îlon 2022

Şiwêrmendê Ewlehiya Neteweyî yê Amerîkayê Jake Sullivan: Ji nerêna me qetla Jîna Emînî, serkutkarî û hovîtiya rejîmê nîşan dide ku jinek bona bidestveanîna mafên xwe yê sereke canê xwe ji dest dide.

Herdi vê pêwendiyê de jî, berdevka Komîsariya Bilind ya Mafê Mirov ya Saziya Navneteweyî Ravina Shamdasani jî, dibêje: Em ji mirina Jîna Emînî li girtîgeha geşta îrşad de xembarin û herwisa nîgeranê reftarên tunditîj yên hêzên ewlehî digel nerazîbûnan in.

Serkomarê Firansayê Emmanuel Macron di hevdîtin digel serkomarê Îranê Re`îsî de gotiye: Dewleta Firansa berevanî ji mafê mirov û mafê jinan dike û kuştina Jîna Emînî jî hitabara Îranê dibe jêr pirsyarê.

Di berdewamiya bertekên cîhanî yên li derheq qetla hikûmetî ya Jîna Emînî de, serkomarê Şîlî Gabriel Burich, di yekem civîna Saziya Navneteweyî de behs ji qetla hikûmetî ya Jîna Emînî kir û ji rejîma Îranê daxwaz kir ku dawî bi tundtîjiyên li dijî jinan bîne.

Herwisa modelîng a Amerîkî Bella Hadid jî bona hevxemî digel malbata Jîna Emînî, li ser rûpela îstigrama xwe dîmenên Jînayê belav kiriye.

Her di vê pêwendiyê de, Wezareta Derve ya Firansayê, Şêwreya Ewlehiya Amerîkayê, Yekîtiya Ewropayê, qetla hikûmetî ya Jîna Emînî şermezar kirin û nîgeraniya xwe li derheq reftarên tunditîj û hovane yên hêzên ewlehî û întzamî yên rejîmê digel nerazîbûnan nîşan dadan û herwisa Berdevka Komîsariya Bilind ya mafê mirov jî ragihandin pêka zanyariyên ku heta niha gihîştine dest 2 heta 5 kesan di xwenîşandanên Îranê de hatine kuştin.