Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nabe Îran bo zivirîn bo Bercam û pêbendbûn bi NPT mercan danê

13:24 - 3 Îlon 2022

Berdevka Koşka Sipî “Karine Jean-Pierre” bi tekezî gotiye ku, nabe rejîma Îranê bo zivirîn bo Bercam û pêbendbûn bi “NPT” mercan danê.

Berdevka Koşka Sipî “Karine Jean-Pierre” di civîneke rojnamevaniyê de, tevî îşarekirin bi lêkolînên Ajansa Navnetewî ya Wizeya Navkî li derheq peydabûna Uraniyoma meyandî li 3 binkeyên neragihaniyên rejîma Îranê de got: Nabe Îranê bo zivirîn bo Bercam û cîbicîkirina yasayên girêbesta NPT mercan danê”.

Herwisa vê Berdevka Koşka Sipî got: “Nabe ti pêwendiyek di navbera zivirîna Îranê bo cîbicîkirina Bercamê û lêkolînên pêwendîdar bi pêbendbûn bi yasayên girêbesta “NPT” yê hebin”.

Her di vê derheqê de malpera Amerîkayî ya “Axios” belav kiriye ku, pêka gotina berpirsekî Ewropayê, bersiva nû ya Îranê bi reşnivîsa pêşniyarkirî ya Ewropayê, tê xuya ku Îranê armanca zivirîn bo Bercamê tinîne.

Hincetên dawî yên rejîma Îranê bo wajonekirtina reşnivîsa Yekîtiya Ewropayê di destpêkê de nebûa garantiya hewce ji aliyê Amerîkayê ve bû, lê piştre bi hincetek nûtir daxwaza rawestandina hemû lêkolînên Ajansa Navnetwî ya Wizeya Navkî li derheq peydabûna Uraniyoma meyandî li 3 binkeyên neragihandiyên Îranê û daxistina yekcarî ya vê dosyeyê kiribû.