Şeva derbasbûyî bajarê Urmiyê tevlî nerizayetiyên xelkê bûn, û li hember dagîrker derketin.
Êvara Roja Sêşemî 29ê Xermananê, welatiyên bajarê Urmiyê li hember kuştina hikûmetî a “Jîna Emînî” û tepeserkirina xelkê li bajarên din yên Rojhilatê Kurdistan û Îranê, rijiyane li ser şeqaman û nerizayetiya xwe nîşan dan.
Welatiyên bajarê “Urmiyê” û yên derdora wî bajarî li cihên weke “Îslamabad, Terziliya, Ewela Şumalî, şehreka Danişgah û …. hwd”, kombûn û nerizayetiya xwe bi dana silogan li dijî rejîma Îranê û şewitandina maşînên hêzên rejîmê, û girtina rêyan û lêdana hêzên tepeserker nerizayetiya xwe anîne ziman.
Lê, li bajarê “Urmiyê” weke tev bajarên din hêzên dije gel yên rejîma mirovkuj bi gaza rundikrêj, lêdan û kutana welatiyan, binçavkirin û bi teqeya rasterast bersiva welatiyan dan, û di encama teqeya hêzên rejîmê ciwanekî Kurd yê bi navê “Fercad Derwîşî” kurê “Yûnis” temen 23 salî û xelkê gundê “Balav” yê girêdayî bajarê “Urmiyê” li “Ewela Şumalî” hat birîndarkirin û bi sedema kûrahiya li nexweşxaneya “Omîd” a bajarê “Urmiyê” canê xwe jidest da û çendîn welatiyên din jî bi dijwarî hatine birîndarkirin, lê ji tirsa hêzên rejîmê nedikarîn serdana navendên dermanî bikin û ji aliyê xelkê bajêr bixwe ve ku karê dermanî encamp didin hatin derman kirin.
Ji aliyek din ve welatiyên bajarê “Makû”yê jî rijiyane li ser şeqaman û tevîl nerizayetiyên xelkê bûn û li hember rejîma Îranê û cinayetên wê rejîmê derketin û bi dana siloganan piştevaniya xwe ji bajarên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê nîşan dan û kuştina hikûmetî a “Jîna Emînî” şermezar kirin.
Herwisa ji aliyê welatiyan ve li bajarê “Urmiyê” jî hatiye ragihandin ku lezgîniya hêla înternetê di wî bajarî de gelek daketiye û hejmarek gelek zêde ji hêzên rejîmê di nava bajêr de di amadebşiyê dene û herwisa hêzên rejîmê bi qasekî gaza rundikrêj di nava bajar de reşandine ku welatî di nava malên xwe de jî rastî pirisgirêkan hatine.