Ragihandinên girêdayî rejîma Îranê bi belavkirina belgeyên sexte Jîna Emînî wek nexweşe şekir bidin xuya û îdi`a dikin ku Jîna Emînî rastî celteya dil hatiye.
Rejîma Îranê hewl dide ku xwe ji paşhatên kuştina “Jîna Emînî”yê rizgar bike lewma hewl dide vê keça Kurd wek nexweşekê bide xuya ku pirsgirêka dil û şekr hebûye û şêrpence hebûye ew îdiayên rejîmê di halekê de ye ku malbata “Jîna”yê tev îdi`ayên rejîmê red kirine û ragihandine ku Jînayê ti pirsgirêkek tendirustiyê tine bûye.
Pêka belêgeyên ku nûçegihaniya “Iran International”ê belav kirine, aliyê rast ê serê Jînayê bi sedema çendîn derbên giran bi tevahî şikestiye û bûye sedema rewşa Komayê û mirina mejiyê Jînayê, lê rejîma Îranê bi cihê îtiraf bi cinayeta xwe, hewla perdepoşkirinê dide.
Rojnameya Fars a ser bi rejîmê bi çewtekarî îdi`a kiribû: “Jîna (Mehsa)yê şêrpence û nexweşiya şekrê û pirsgirêka dil hebûye û nexwşiya tepê hebûye.
Rejîma Îranê bi çewtekarî, belgeyên sexte û îdi`ayên bê binyat û bêrêzîkirinê, nikare xwe paşhatên kuştina Jînayê ku weke agirekê binyata riziya Komara Îslamiya Îranê dişewitine, rizgar bike.