Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xwenîşandanên nerizayetî li dijî rejîma Îranê berfirehtir bûne

13:25 - 21 Îlon 2022

Xwenîşandanên berfireh ên nerizayetî yên xwendekaran li derheq kuştina keça 22 salî ya Kurd “Jîna Emînî” bi awayek lezgîn zêdetir û berfirehtir dibin.

Roja Sêşemî 29ê Xermananê, xwendekaran kombûnên nerizayetiyê lidar xistin û li dijî rejîma Îranê silogan dane û herwisa li bajarê Tehranê jî li zanîngehên “Tehran, Ilm û Sen`et û zanîngeha Bihîştî”yê de jî kombûnên nerizayetî hatine lidarxistin û li dijî rejîmê silogan dane.

Roja sêşemî 29ê Xermananê, xwendekarên zanîngehên Tewrêz û zanista pizîşkiya wî bajarî kombûna nerizayetriyê lidar xistine.

Di zanîngeha Xwarezmî ya li bajarê Kerecê de xwendekaran bi hilgirtina plakardan siloganên li dijî rejîmê dane.

Di bajarê Urmiyê de şer û levdan di navbera xelkê û hêzên serkutkerên ewlehî û întizamî de qewimî û ciwanekî Kurd ê bi navê “Fercad Derwîşî” ji aliyê rejîmê ve hatiye kuştin.