Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îbrahîm Reîsî di Kora Giştî ya Saziya Netewên Yekgirtî de derheq “binpêkirina mafê mirov” li welatên Rojavayî axivî

10:40 - 22 Îlon 2022

Îbrahîm Reîsî yê celat û bi nav Serkomarê rejîma Îslamî ya Îranê roja Çarşemî 30`ê Xermananê li 77`emîn civîna Kora Giştî ya Saziya Neteweyên Yekbûyî (NY), welatên Rojavayî li derheq “binpêkirina mafê mirov” û bi taybet mafê jinan tawanbar kir.

Îbrahîm Reîsî yê celad bêyî ku navê Jîna Emînî bilêv bike, daye zanîn ku “ew rexne li helwestên cur bi cur yên navdewletî li hember bûyereke ku di Komara Îslamî ya Îranê de hate kirin, digirin û ev yeka di haletê lêkolînê de ye.

Axavtinên Îbrahîmê celad di halekê de ye ku tevahiya Îranê li hember binpêkirina mafê mirov li Îranê, serkuta sîstematîk, gendelî û guştina hikûmeta ya Jîna Emînî rijiyane ser şeqaman û li dijî wê rejîmê siloganan didin.

Îbrahîm Reîsî yê celad ti behsek ji kuştina xelkê nerazî di Îranê de nake ku nêzî hefteyek e xelk li ser şeqaman nerizayetiya xwe nîşan didin û sedan kes hatine kuştin û birîndarkirin.

Ji aliyek din ve jî, Rêkxistina Lêborîna Navdewletî di daxuyaniyekê de, li hember berdewamiya tepeseriya bi xwîn a xwenîşandanan li Îranê huşyarî da û daxwaz kir ku bilez tevdîrên cîhanî bêne kirin û mekanîzmayeke lêkolînî û dadwerî ya serbixwe ji bo bersivdarkirina berpirsên siyasî yên ku serkutê di Îranê de dikin, bê avakirin.