Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Girûpa hekêrên “Anonîmûs” malperên “Dewlet û banka navendî” ya rejîma Îranê hek kir

10:50 - 22 Îlon 2022

Malpera banka navendî ya rejîmê û malpera “Dewlet a Komara Îslamî” ji aliyê girûpa hekêriya “Anonîmûs” ve hatine hekkirin.

Girûpa hekêriya ““Anonîmûs” bi belavkirina “twitt”ekê da xuya ku malpera banka navendî ya rejîma Îranê hek kiriye û li ser wê malperê nivîsîne “hûn nikarin pereyê levitî bi xwînê bi kar bînin”; Herwisa malpera “Dewlet a Komara Îslamî” her ji aliyê wê girûpê ve hate hekkirin.

Banka navnedî ya rejîmê îdia kiriye ku bi sedema beşek ji aloziyan, malpera wê tûşî pirsgirêkê bûye, lê nehatiye hekkirin û bi tenê beşa destpêregihîştina vê malperê, çend xulekan rastî pirsgirêkê hatiye.