Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amara şehîdkirina xelkê Rojhilatlê Kurdistanê ji aliyê rejîmê ve

11:21 - 22 Îlon 2022

Ajansa Nûçegihaniya Kurdpayê amara şehîdbûna xelkê nerazî ji aliyê hêzên rejîmê ve belav kir û daye zanîn ku 13 kes hatine kuştin.

Amar wiha ye:

“ji destpêka xwenîşandanên li dijî kuştina #Mehsa_Emînî heta niha 13 welatiyên Kurd li Rojhilatê Kurdistanê yên bi navên “Fercad Derwêşî, Mîno Mecîdî, Fireydûn Mehmûdî, Zekeriya Xeyal, Fuwad Gedîmî, Muhsen Mihemedî, Daneş Rehnima, Ebdullah Mihemedpûr, Ramîn Ebdullahpûr, Sedreddîn Lîtanî, Emîn Meirifet, Mîlan Heqîqî û Riza Lotfî”, li bajarên Urmiye, Kirmaşan, Seqiz, Pîranşehr, Şino, Dîwandere û Dêhgolanê, di encama gulebarana hêzên ewlehî yên rejîmê de jiyana xwe ji dest dane.”