Girûpa hekerên “Ananîmûs” li ser Twitterê belav kir û ragihand ku êrîşê ser malpera fermî ya Elî Xamineyî yê rêberê rejîma Îranê kiriye û ew ji ber dest nîne.
Herwiha wê girûpê ji hekkirina 300 kamerayên çavdêriyê yên rejîmê jî ragihandiye.
Girûpa hekerên “Ananîmûs” bi şermezarkirina kuştina Jîna Emînî û tepeserkirina xwenîşanderan ji aliyê kirêgirtiyên Xamineyî yên xayîn ve, li dijî rejîma Komara Îslamî ya Îranê şer ragihand.