Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Spaha Pasdaran a terorîst piştevanî ji hêza Întizamiya serkutker dike

17:03 - 22 Îlon 2022

Spaha Pasdaran a terorîst li daxuyaniyekê di 6emîn roja serhildana xelkê li Rojhilatê Kurdistanê û cihên din ên Îranê piştevaniya xwe li hêza Întizamî da xuya û bi vî awayî dixwaze şikesta rejîmê li hember serhildana xelkê perdepoş bike.

Spaha Pasdaran a terorîst her wek pîlan û tohmetên berê, wê serhildana xelkê bi pîlana rêkxistinkirî ya dujmînan dide xuya û hewlê dide ku naveroka wê serhildanê û yekîtiya bê mînak a netewên Îranê li hember rejîma serkutker û dije mirovî û hemû prensîpên exlaqî bi awayekî bo berjewendiya xwe biguhere.

Herwisa Spaha Pasdaran kuştina “Jîna Emînî” bi çewt û armancdar binav kiriye û spasî ji reftarên hêza polîs (Întizamî) digel xelkê kiriye.

Hêza Întizamî ya rejîma Îranê tevî hemû tundûtîjî û reftara hovane digel xelkê û kuştina zêdetir ji dehan kesan û birîndarkirina 100an kesan li hember xwenîşandan û serhildana xelkê neçar bi paşekêşiyê bûye û Spaha Pasdaran bi rêya vê daxuyaniyê ve hewla perdepoşkirina vê şikestê dide.

Xwenîşandana nerizayetiya xelkê li derheq kuştina “Jîna Emînî” û destpêkirina wan xwenîşandanan li Rojhilatê Kurdistanê bi piştevaniya neteweyên din ên Îranê bi qasek berfireh bûye ku binyata rejîma Îranê hejandiye û kevtiye qonaxekê ku renge rejîm nekare xwe ji agirê serhildana xelkê rizgar bike.