Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Haydariyek ji aliyê Navenda Hêza Pêşmerge ya Kurdistanê ve

18:54 - 22 Îlon 2022

Navenda Hêza Pêşmerge ya Kurdistanê derheq pîlanên metirsîdar ên rejîmê li bajarên Kurdistanê haydariyek belav kir.

Deqa haydariyê wiha ye:

Em bo haydariya xelkê têkoşer yên Kurdistanê radigehînin, pêka zaniyaryên ku li çendîn bajarên Kurdistanê gihîştine destê me, berpirsên Spaha Pasdaran û îdareya Îtilaatê pîlan danîne ku komek ji caşan bi kincên pêşmergan û bi siloganên hizbî bişînine nava xwenîşanderan û teqe li xelkê bikin. Rohin û eşkere ye ku ew pîlanane tenê bi mebesta xirabkirina navê pêşmerge ye û xwenîşandan û nerizayetiyan ber bi aliyek din ve bibin. Herwisa hêzên tepeserker yên rejîmê wekî her car hêncetekê digere ku zêdetir xelkê serkut bike.

Lewma em bi xelkê Kurdistanê re radigihînin, hişyariya wan pîlanên metirsîdar yên rejîmê bin û rê nedin ku meşa xwenîşandanan bikeve destê odeyên hizrî yên Spaha Pasdaran û Îtilaatê.

Hêza Pêşmergê Kurdistanê bi kiryarên şoreşgêrî û reftarên ciwan tê nasîn û kiryarên wê wê rastiyê diselmînin.