Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pîlanên reş ên rejîma Îranê li dijî xekê Kurdistanê berdewam in

18:05 - 3 Îlon 2022

Di doma pîlenên têkder ên rejîma Îranê yên li dijî xelkê Kurdistanê û afirandina fitneyên Spaha Pasdaran a terorîst, di navbera rûniştiyên şehreka “Menguran” û “Kone Xan”ê de şer û pevçûn qewimiye.

Her di vê derheqê de di parka “Nîlûfer” a bajarê Pîranşarê de, di navbera hejmarek caş û bi kirêgirtiyên rejîmê digel xelkê asayî de şer qewimî û hêzên Spaha Pasdaran a terorîst bo piştevanîkirin ji caşan êrîş li ser xelkê kirine.

Hêzên Spaha Pasdaran di vê navberê de xelk li dijê hev han dane û heta piştevanî ji caş û xwefiroşan kirine û xelkên din ên medenî kutane û azar dane û îşkence kirine.

Berpirsên rejîma Îranê bi awayek bona afirandina fitneyan û dijatiyan di navbera xelkê bajarên Kurdistanê de hemû hewlekê didin û her cure pîlanekê li dijî xelkê Kurdistanê bi rê ve dibin.