Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Daxuyaniya Navenda Nivîskarên Kurdistana Suriyê liderheq qetla hikûmetî Jîna Emînî

11:21 - 23 Îlon 2022

Navenda Nivîskarên Kurdistana Sûriyê li derheq qetla hikûmetî ya Jîna Emînî bi destê hêzên geşta îrşad daxuyaniyek belav kir.

Deqa daxuyayê wiha ye:

Jîna Emînî şoreşa azadiyê li Kurdistan û Îranê vêxist

keçeke Kurd bi navê Jîna Emînî bi hinceta ku hicaba wê neqanûnî ye ji aliyê hêzên rêjîma Îranê ve hate desteser kirin û piştî çend demjimêran jiyana xwe di bin îşkenceyê de jidest da, ku bû egerê derketina bi hezaran keç û jin li dijî rejîma zordar.

Li hember serkutkariya komara Îslamî ya Îranê li dijî jinan, li piraniya bajarên Kurdistan û Îranê bi sedan jin rijiyan li ser şeqaman bi xwepêşandanên girseyî li dijî dîktatoriya olî ya tepeserkar, û bi bilindkirina gelek dirûşm û siloganan, ji wan (Bimire Xamineyî), ku rastî tundûtûjîyek zêde hatin ji aliyê desthilatdarên hov yên rêjîma stemkar ve ji bo tepeserkirin û kontrolkirina greva nerazîbûnê û di encamê de bi dehan kes birîndar û şehîd ketin.

Ev ne yekemîn jina Kurd e ku ruhê xwe di rêya azadiyê de dide, ku berî wê gelek jinên din bûne qurbaniya azadiyê û mafên xwe her ji destpêka desthilatdariya komara Îsalamî ya axûndî û heta niha.

Ev bûyer nîşana giraniya qeyrana siyasî ya Îranê ye, ku jiyana giştî ya xelkê bi qanûnên olî yên tundrew hatiye

dorpêçkirin û bi hêsanî sadetirîn mafên mirovan binpê dibin.

Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya, siyasetên serkutkariya rejîma Îranê şermezar dike û hevxemiya xwe ligel şoreşa jinên Kurd û Îranê ya li dijî zordariyê radigehîne, di heman demê de çareseriyeke demokratîk ji doza Kurdî li Rojhelatê Kurdistanê re dixwaze.

 Qamişlo 22.09.2022

Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya