Emîn Fethî xwefiroş û kirêgitiyê rejîma Îranê ku teqe ji xwenîşanderên gundê Balavê kiribû ji tirsa xelkê li malê revî.
Li gundê Balava ser bi bajarê Urmiyê, kirêgirtiyê rejîmê Emîn Fethî ku li şeva Çarşemî 30`ê Xermananê teqe ji xwenîşanderên li dijî qetla hikûmetî ya Jîna Emînî ji aliyê hêzên dije gel yên geşta îrşadê kiribû û hejmarek welatiyên bi emge û xwedî îrade şehîd kirbû, digel zarok û hevjîna xwe revî û mal bicih hêla.
Emîn Fethî kirêgirtiyê rejîmê li paygaya miqavimeta besîc a rejîmê ya li gundê Balavê de ye, piştî şehîd kirina hejamrek ji ciwanên biemeg yên Kurd yên wî gundî di xwenîşandanên li dijî qetla hikûmetî ya Jîna Emînî, hat naskirin û ji tirsa bertekên gundiyan revî.
Gundiyên Balavê piştî şehîdbûna zarokên wan bi destê kirêgirtiyê rejîmê Emîn Fethî hevalên wî, paygaya miqavmeta besîc û mala wî kirêgirtiyê rejîmê agir berdanê û nehêlan ev xwefiroş di kiryarên qirêj yên xwe de berdewam be.