Partiyên PAK(Partîya Azadîya Kurdistanê), PSK(Partîya Sosyalîst a Kurdistanê), TDK-TEVGER (Tevgera Demokratîk a Kurdistanê) li Bakûrê Kurdistanê daxuyaniyek hevpar bo piştevanîkirin li serhildana Rojhilatê Kurdistanê û şermezarkirina kuştina keça Kurd “Jîna Emînî” belav kirin û biryar dane ku roja Şemî 24ê Îlonê li bajarê “Amed”ê rêûresmekê lidar bixin.
Deqa daxuyaniyê wiha ye:
-PAK, PSK, TDK-TEVGER li Amedê piştgirîya gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê dikin.
PAK(Partîya Azadîya Kurdistanê), PSK(Partîya Sosyalîst a Kurdistanê), TDK-TEVGER (Tevgera Demokratîk a Kurdistanê) ji bo ji aliyê Dewleta Îranê ve kuştina keça Kurd Jîna Emînî û kuştina ji 30î zêdetir xwepêşanderan protosto bikin û piştgirîya gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê bikin dê roja şemîyê, 24.09.2022yê li Amedê bi awayekî girseyî daxuyanîyeke çapemenîyê bidin. Em bangî hemû gelê xwe dikin da ku em bi dengekî xurt piştgirîya xuşk û birayên xwe yên Rojhilatê Kurdistanê bikin.
Civîna çapemenîyê di saet.11.00ê da, li Parka Koşûyolû ya Amedê, li ber Peykerê Mafê Mirovan dê bê li dar xistin.