Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Lêborîna Cîhanî ji civata Navneteweyî daxwaz kir ku li derheq kiryarên serkutkarane yên rejîma Îranê bi lezigînî dest bi kar be

11:05 - 24 Îlon 2022

Lêborîna Navnetewqeyî di daxuyaniyekê de li derheq serkutkariyên xwînavî yên nerazîbûnên Îranê yên li derheq xwenîşanderan de, ji saziya navneteweyî daxwaz kir ku bi lezîgîn dest bikar be.

Roja Înê 1`ê Rezberê Navenda Lîborîna Navneteweyî ya Berevankarê Mafê Mirov ragihand, hêzên ewlehî yên rejîma Îslamî ya Îranê, xwenîşandanên bivêrane yên piştî can jidestdana Jîna Emînî nîşana hisra xelkê Îranê,  ji hicab an hemen dapoşîna bizorê, komkujî û serkutkariyên berfireh in, û rejîm jî bi serkutkariyên hovane bersiva xelkê dide

Lêborîna Navneteweyî ragihandiye, pêka zanyariyên ku ji aliyê vê saziyê ve hatine kom kirin, hêzên ewlehî yên rejîma Îranê di heyama du şevan de 20 bajar û 10 parêzgeh yên li seranserê Îranê bi zanebûn û rasterast teqe ji xwenîşanderan dikin.

Herwisa vê saziyê ev yek jî pejrandiye, heta niha aliyê kêm 30 kes ku 4 ji wan zarok in di wan xwenîşandanan de bi destê hêzên ewehî yên rejîmê hatine kuştin.

Lêborîna Navneteweyî di vê daxuyaniyê de daxwaza destbikarbûna lezgîn a Civata navneteweyî, bona pêşîgirtin ji berfirehbûna xwînrêjiyên hevdem digel qutbûna hêla înternetê li Îranê de kiriye.