Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xwendekaran kilasên online baykot kirin

11:37 - 24 Îlon 2022

Piştî serhildana xelkê Rojhilatê Kurdistan û Îranê û destpêkirina demsala xwendinê, çendîn zanîngehên Îranê kilasên heftiya destpêkî bi online belav dikin, lê xwendekaran ew baykot kirine.

Zanîngehan li bajarên cuda yên Îranê, zanîngehên“Tehran, Bihiştî, Xwacê Nesîredîn Tûsî, Elzehra û Peyamê Nûr”ê belav kirine ku hemû kilasên waneyan bi sedema te`itîliyên lipey hev, di vê heftiyê de bi awayê online bi rê ve dibin, lê beşek zêde ji xwendekaran waneyên online baykot kirine.

Xwendekaran bi belavkirina daxuyaniyekê hemû waneyên online baykot kirine û ragihandine ku heta agehdariyek din di kilasên waneyan de beşdar nabin.

Xwendekaran bo nîşandana nerizayetiya xwe li hember binçavkirina xwendekaran û dorpêçkirina zanîngehan ji aliyê hêzên ewlehî û danîna waneyên onlinê di rewşekê de ku înternet qut bûye, weke bêrêzî bi perwerdehiyê dane zanîn.

Herwisa xwendekaran ji mamosteyên xwe û xwendekarên din daxwaz kirine ku heta dawîhatin bi rewşa ewlehî ji amadebûn li kilasên waneyan de xwe biparêzin.

Di serhildana xelkê ku ji Rojhilatê Kurdistanê dest pêkiriye û bi piştevaniya neteweyên Azerî, Belûç, Ereb, Fars û Tirkemen seranserê Îranê li xwe girtiye, bi piştevaniya xwendekaran li seranserê Îranê bi hêztir û berfirehtir bûye.