Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şoreş û serhildan li bajarên Îranê berdewame

11:39 - 24 Îlon 2022

Piştî derbasbûna 8 rojan xelkê Îranê hîn li ser şeqaman in û li ser xwenîşandanên xwe berdewam in.

Li bajarên Îranê xelkê serhildayî ew heyama 8 rojane ku li ser şeqamanin û li ser xwenîşandanên xwe li dijî cinayetên rejîma dagîrker berdewam in û bi hemû hêz û şiyana xwe li hember dijminê welat rawestane.

 Şeva derbasbûyî keç û xortên tev bajarên Îranê bi dana siloganan li ser berdewambûna xwenîşandan û serhildana xwe û tolhildana xwîna şehîdan sor bûn.

Şeva derbasbûyî li bajarên weke: “Tehran,Kerec, Şîraz, Îsfehan, Reşt, Gurgan, Tewrêz,Astara,Nûşehir, Kirman,Qum,Sawe,Zencan, Sarî, Erak, Erdebîl, û hwd…” serhildan berdewambûn û hevwelatiyan êrîş kirine li ser hêzên rejîmê, maşîn û matorên wan şewitandin, cihên dewletî û binkeyên kirêgirtiyên rejîmê şewitandin, rêyên sereke yên bajaran girtin û li dijî binyata rejîma dagîrker silogan dan.

Rejîma Îranê ku ji hêza xelkê ditirse û bersiva wan bi guleyan dide di wan 8 rojane de bi 10 kes şehîdkirine û zêdeyî 100 kes birîndar û binçavkirine û li tev bajarên Îran û Rojhilatê Kurdistanê de Înternet qut kiriye, mixabin bi sedema nebûna înternetê amarek serast ji şehîd, birîndar û binçavkiriyan ji ber dest nîne.