Pêşmergeyên Bajar li Mehabadê bi hilkefta yekgirtina refên Demokrat çalakî lidar xistin
Şeva Pêncşemî li ser Înê, 10 li ser 11ê Xermanan a sala 1401an a Rojî, Pêşmergeyên Bajar di bajarê Mehabadê de li gundê “Qereqişlaq”ê bi hilkefta yekgirtina refên Hizba Demokrat çalakî lidar xistin.
Di vê çalakiyê de, pêşmergeyên Bajar bi çek û rextên pêşmergatiyê di nav xelkê gundê “Qereqişlaq”ê de meşiyan û cejna yekgirtinê bi xelkê re pîroz kirine.
Ew hewl û çalakiya eşkere ya pêşmergeyên Bajar di nav xelkê de, tevî bivêriya xortên gel û pîrozbahî li xelkê, derbek din li dijminê xedar daye û bûye sedema dilxweşiya xelkê gund û deverê.