Pêka dawîn nûçeyan li bajarê “Şabad”a ser bi parêzgeha Kirmaşanê, bas ji canjidestdana aliyê kêm 3 welatiyên nerazî hatiye kirin û tevî qutbûna înternetê, rewş ewlehî û awarte ye.
Pêka gotina çavkaniyek agehdar bo “Kurdpa”yê, li kombûna nerizayetî ya şeva Çarşemî 30ê Xermananê di bajarê “Şabad”ê de 3 welatiyên nerazî yên bi navên “Emîrelî Fûladî” temen 16 salî, “Se`îd Mihemedî” temen 21 salî û “Îman Mihemedî” canê xwe ji dest dane.
Herwisa pêka hejmarek ji nûçeyên navxweyî yên nexweşxaneya Kirmaşanê, heta niha 7 kesan canê xwe ji dest dane.
Pêka gotina yek ji kesên nêzîk ê wan canjidestdayan, heta niha termê “Se`îd Mihemedî” bi axê hatiye spartin.
Herwisa malbatên wan li jêr givaşan de ne û heta rêgirî ji serdan û hatinûçûna xelkê bo wan malbatan tê kirin.
Herwisa wê çavkaniyê gotiye: “Rewşa bajarê Şabadê bi awayek çir ewlehî ye û hêzên kincsivîl û hêza motorsiwaran, li şevê heta sibêdehê di nav bajar de meşiyane.
Herwisa meydana Xumêynî ku di naverasta bajar de ye ji aliyê hêzên serkutker û xwefiroşan ve hatiye kontrolkirin.
Herwisa wê çavkaniyê îşare bi vê yekê jî kiriye ku di şeva derbasbûyî de, şîpeleke binçavkirinên bikom li bajarê Şabadê destpê kiriye û li demjimêr 2ê sibêdehê, zêdetir ji 80 kesan hatine binçavkirin.
Pêka gotina vê çavkaniyê, înterneta telefonan a “hemrahê evvel” û “Îransêl” li bajarê Şabadê qut bûye û tenê dikarin mifah ji înterneta malan verbigrin.
Wêne ji rastê ve bo çep: “Îman Mihemedî, Se`îd Mihemedî û Emîrelî Fûladî”