Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li Kurdistanê rojek pir li bûyer derbas bû

17:21 - 24 Îlon 2022

Şeva Înê kombûnên xwenîşandan ên welatiyan li Kurdistanê bi awayek berfireh hebûn û li gorî zanyariyan hêzên rejîmê nekarîne êrîş û serkutkariyên xwe berdewam bikin.

Xortên Kurdistanê li bajarê Şinoyê rijyane li ser şeqaman û bi awayek yekdeng li dijî hêzên rejîmê rawestane û heta asteke baş karîn bajar û rêyan kontirol bikin.

Xelkên bajarê Şinoyê di berdewamiya li hember derkevtin a hêzên rejîmê de agir berdane bank û malên çend xwefiroşên wî bajarî.

Li gorî zanyariyan birîndarekî zêde li nexweşxaneyên bajarê Şinoyê de hene û rejîm bi hêlîkopteran li ser esmanê bajar de li halê geryan de ne û bajar xistine bin çavedêriyê de.

Li bajarê Urmiyê welatiyên bêzar ên “Tirk û Kurd” bi yekgirtiyeke dîrokî rojane li ser şeqaman û bi piştîvaniya hev li lember garda taybet rawestane û bûne dirêşa çavên rejîma tarîperest a Îranê.  

Li bajarê Sineya qehreman welatiyên netirs li dijî yasayên dije gel yên rejîmê hatine ser şeqaman û canfîdayî ya xwe bona gihîştin bi armancên xwe nîşan dan.

Herwisa li bajarê Pîranşarê têkoşerên hemêşe amade bo carek din hatine ser şeqaman û piştîvaniya xwe bo xwenîşandanan derbirîn.

Li Xuremavayê welatiyan bi moralek bihêz hatine ser şeqaman û dij bi serkutkarî û çewtekariyên rejîmê rawestane.  

Li Mehabada Qaziyan û bajarê Bokan xortên çeleng û netirs tevî hebûna rewşeke ewlehî bo carek din hatine ser şeqaman û dijî rejîmê silogan dan.

Li Dêwlana hertim amade xwepêşanderan agir berdane wêneya terorîst “Qasim Silêmanî” û nîşan dan ku êdî serdema terorîstê nemaye.  

Li Dîwandereya netirs xortên niştîman hatin li ser şeqaman û siloganên herifîna rejîmê dubare kirin.