Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Serdana Heyeta Navenda Pêwendiyên Hizba Demokrat digel partî û aliyên Siyasî

17:29 - 24 Îlon 2022

Heyetek Naveda Pêwendiyên Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê bi serpereştiya Cihgirê Navenda Pêwendiyan û Berpirsê Pêwendiyên Kurditanî “Soran Nûrî” serdana çendîn partî û aliyên siyasî kirin.

Di rojên 30 û 31ê Xermananê de, Heyetek Navenda Pêwendiyên Hizba Demokrat bi serpereştiya Cihgirê Navenda Pêwendiyan û Berpirsê Pêwendiyên Kurdistanî “Soran Nûrî” serdana çend partî û aliyên siyasî kirin û di vê hevdîtinê de rewşa siyasî ya niha li Kurdistan û Îranê, nerizayetiyên berfireh yên Rojhilatê Kurdistan û Îranê, yekgirtina Hizba Demokrat û çendîn mijarên din axivîn û tekezî li ser hevahengiya zêdetir dinavbera partiyên Kurdistanê kirin. 

Ji wan Hizb û rêkxirav pêkhatine:

1 ـ Borda Pêwendiyên Kurdistanî yê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê

2 ـKomeleya Şoreşger û zehmetkêşan a Kurdistana Îranê

3 ـKomeleya Zehmetkêşan Kurdistanê

4 ـHizba Şû`î ya Kurdistan\ Komîteya Parêzgeha Silêmanî

5 ـ Partiya Kesik a Kurdistanê

6 ـYekîtiya Demokrat a Kurdistanê

Herwisa Heyeta PDKÎ bi mebetsa pîrozbahiya avakirina PYD serdana nûnerayetiya wan partiyan li Silêmaniyê kir û pîrozbahiya Hizba Demokratê ji wan re ragihandin.

Her di vê serdanê de nûneratiya PYD tevî xêrhatina heyeta PDKÎ ragihandin ku baştirîn pîrozbahî bo me û gelê me yekgirtina PDKÎ ye, weke PYD em dilxweş in bi yekgirtina Hiza Demokratê.