Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bo piştevanîkirin ji xelkê Rojhilatê Kurdistanê li California Amerîkayê kombûn hat lidarxistin

10:56 - 25 Îlon 2022

Kurdên li bajarê California Amerîkayê bona piştevanîkirin ji nerazîbûnên  Rojhilatê Kurdistanê kombûnek lidar xistin

Roja Pênçşemî  31`ê Xermananê Kurdên deverên San Diego, Los Angeles û Eroain yên ser bi wilayeta California Amerîkayê bona piştevanîkirin ji xwenîşandanên seranserî yên xelkê Kurdistan û Îranê li ber deriyê Beldin Federal a wî bajarî kombûn lidarixisitn.

Ev kombûna demjmêr 5 heta 8`ê êvarê bi amadebûna endam û alîgirên Kurd û neteweyên din yên Îranê birêverçû û xwnîşandanan bi sê zimanên weke Kurdî, Îngilsî û Farsî silogan dan.

Endamên PDKÎ di birêvebirina vê xwenîşandanê de erkek xuya hebûn.

Xwenîşanderan bi hilkrina 23`ê şemalan bona verbîranîna 23`ê saliya jidayîkbûna şehîda nû yê gelê me Jîna Emînî û xwandina sirûda neteweyî ya Ey Reqîb dawî bi kombûnê anîn.