Bi nav Serokê Mecilsa rejîma Îranê Mihemedbaqir Qalîbaf li derheq yekîtiya xelkê Rojhilatê Kurdistan û Îranê nîgeraniya xwe nîşan da.
Piştî berdewambûna xelkê piraniya bajarên Rojhilatê Kurdistan û Îranê li ser xwenîşandan li dijî cinayetên rejîma Îranê û qetila hikûmetî a “Jîna Emînî” bi awayekî yekgirtî û berfireh tirs û leriz xistine nava dilê karbidestên rejîma Îranê.
Di vê derheqê de bi nav Serokê Meclisa Rejîma Îranê “Mihemedbaqir Qalîbaf” gotiye: “Em dibînin ku di wan bûyeran de dijminên me tevî hebûna netebayiyan digel hev niha bo sekinandin û şer li dijî Komara Îslamî bihevre yekgirtî bûne”.
Di heyama zêdetir ji 9 rojan hemû neteweyên Îranê yên weke “Ereb, Azerî, Belûç, Faris û hwd…” bo piştevanîkirin ji Kurd û Kurdistanê bi awayek yekgirtî serhildan û li dijî rejîma Îranê berxwedan û bi hevre daxwaza sernixuniya rejîma melayan kirin, û ev yekîtî û yekbûnê bûye sedema tirsa rejîma Îranê.