Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kirêgirtiyên rejîmê li bajarê Sineyê dixwazin serhildana xelkê ji rê derxin

11:55 - 25 Îlon 2022

Di bajarê Sineyê de, kirêgirtiyên Spaha Pasdaran a terorîst hewlê didin serhildanê ji rê derxin û bo vê armancê di cihên giştî de kawilkariyan dikin.

Pêka nûçeya gihîştî bi odeya nûçe ya “Navenda Ragihandina PDKΔ, roja Şemî 1ê Rezber a sala 1401an a Rojî, hêzên dagîrkerên Spaha Pasdran li bajarê Sineyê, bi pîlaneke fintineyî, dixwazin proseya serhildanê ji rê derxin, lewma dirîjne nav cihên giştî yên bajar ên weke “bank, mizgevt, demûdexgehên giştî û cihên pîroz û oliyên xelkê” û bi tevahî kawil dikin û dixin stûyê xelkê, lê pîlanên rejîmê bo xelkê eşkere bûne û nayên perdepoşkirin.

Di piraniya bajarên Rojhilatê Kurdistan û Îranê, rejîma Îranê hemen pîlanê bi rê ve dibin û pêka girte vîdiyoyên ku li torên civakî de belavbûne, tê xuya ku Komara Îslamî hemû karek qirêj û têkderane encam dide û bi eşkere tê xuya ku hêzên serkutker ên ser bi Xamineyî dirijne nav dukan û malan û cihên giştî û bi zanebûn wan dişkênin û ji nav dibin û piştre îdia dikin ku xwenîşanderan ew kawlkarî kirine, lê xelkê Rojhilatê Kurdistan û Îranê ji vê yekê têgihîştine ku, Komara Îslamiya Îranê bi dom li dijî xelkê pîlanên têkderane û terorîstî datîne.