Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Piştevaniya kesayetiyên biyanî li serhildana xelkê Rojhilatê Kurdistan û Îranê

19:45 - 25 Îlon 2022

Çendîn kesayetiyên navûdeng yên cîhanê, tevî şermezarkirina Kuştina “Jîna Emînî” ji aliyê hêza geşt îrşada  rejîma Îranê, piştevanî li serhildanên xelkê kirin.

Kesayetiyên Wekî lîstikvanê topa pê yê berê yê Îtaliyayê “Paolo Maldînî” û acter û nivîskarê Almanî “Riccardo Simonetti” li roja yekşemî 25ê Îlonê piştevanî ji serhildana xelkê Rojhilatê Kurdistan û Îranê kirin û reftara hovane ya rejîma Îranê digel serhildêran û herwisa kuştina “Jîna Emînî” şermezar kirin.

Di halekê de ku li çendîn welatên din de xelkê li bajarên wek: “Washîngton, Amerîka, Toronto û Vencover li Kanada, Berlîn û Hamborg li Almaniya, Hêlsînkî li Fînlend, Stockholm li Swêd, Parîs li Feransê, Melborn li Ustarliyayê û li çendîn welatên din”  xwenîşandan bo piştevanîkirin li serhildan û şermezarkirina serkuta hovaneya xelkê ji aliyê rejîma Îranê lidar xistine.

Bi sedema berxwedana xelkê û berdewamiya serhildana seranserî, rengehiya herifîna yekcariya vê rejîmê dem bi dem zêdetir dibe.