Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rûsiye daxwaz ji rejîma Îranê kiriye ku çendîn binkeyên xwe li Sûriyê vala bike

18:51 - 3 Îlon 2022

Rûsiye ji rejîma Îranê daxwaz kiriye ku çendîn binkeyên xwe yên leşkerî yên li Sûriyê bo parastin ji bombebaranên Îsraîlê vala bike û bo cihên dûrtir veguhaze.

Rojnameya “Şerq El-Ewset” di roja Înê 2ê Îlonê, belav kiriye ku pêka gotina çavkaniyên Sûriyê, Rûsiyê ji milîsên Îranê yên di Sûriyê de daxwaz kiriye ku bo xweparastin ji êrîşên Îsraîlê, binkeyên xwe yên li rojavayê “Hema”yê û binkeyên di navend û Rojavayê Sûriyê de vala bike û paşve bikêşe.

Pêka nûçeya rojnameya “Şerq El-Ewset”, ev daxwaz di civîna ku 3 piledarên arteşa Rûsiyê digel piledarên Îranê di balafirxaneya leşkeriya “Hema”yê de hatibû lidarixistin, ji rejîma Îranê hatiye kirin.

Piledarên Rûsiyê li ser hewcehiya lezgîn ya valakirina wan binkeyên rejîma Îranê li nêzî henga 49 a arteşa Sûriyê tekez kirine, û ev binke bi sedema hebûna mûşekên Rûsiyê yên cura S200 û alavên din ên Rûsiyê gelek girîng e.

Herwisa Rûsiyê daxwaza vala kirina binkeyên devera “Hemîdiye” li parêzgeha “Tertûs” li qiraxava Sûriyê jî kiriye.

Îsraîl di her êrîşeke mûşekî û esmanî de binke û cebilxaneyên Îranê diteqîne û xisarên gelek giran bi rejîma Îranê dixe û çend rojan berî niha hezaran mûşekên dûrhavêj û kurthavêjên Îranê di êrîşekê de teqandibûn.