Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Daxuyaniya Şêwreya Hevahengî ya Sendîkaya Mamostayên Îranê li derheq serkuta xelkê

20:26 - 25 Îlon 2022

Şêwreya Hevahengî ya Sendîkaya Mamosteyên Îranê bo nîşandana nerizayetiya xwe li derheq serkuta hovaneya xelkê ji aliyê rejîmê, daxuyaniyek belav kir.

Şêwreya Hevahengî ya Sendîkaya Mamosteyên Îranê, bo nîşandana nerizayetiya xwe li derheq serkuta hovaneya xelkê ji aliyê rejîmê ve, bikaranîna beşek ji xwendingehan wek padiganan, binçavkirina xwendevan û xwendekar û neraziyan, daxuyaniyek belav kirin.

Di vê daxuyaniyê de ji mamostayan daxwaz hatiye kirin ku li rojên Dûşem heta Çarşemî, 4 heta 6ê Rezberê, xwendingehan daxin.

Herwisa di vê daxuyaniyê de ji hemû mamosteyan, malnişînkiriyan, sendîkayên kedkarî, sendîkayên werzişî û sendîkayên honermendan û tev kesên xwedî bandor li civakê daxwaz kirine ku di vê dema hestiyar de li serhildana xelkê û xwendevan û xwendekaran piştevanî bikin.