Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çend besîc û xweforşên ser bi rejîmê gihîştin sizayên xwe

10:50 - 26 Îlon 2022

Li çend bajarên Kurdistan û Îranêhêzên xwechî yên rejîmê bi hemû hêza xwe xwenîşanderên li dijî qetla hikûmetî ya Jîna Emînî bi destê hêzên geşta îrşad serkut û îşkence dikirin gihîştin bi sizayên xwe.

Xwefiroşek gemar ê bi navê “Ebas Fatimiye” ku li serkutkirina xelkê Serhilder di bajarê Urmiyê de rolek zêde hebû, roja Pêncşemî 22`ê Îlonê hatibû birîndar kirin û li roja Yekşemî 25ê Îlonê bi sebeba kûrahiya birînan mir.

Ew xwefroş çend rojan li nexweşxaneyê hatibû razandin lê, duh gihîşt encama îxanetên xwe.

Navbirî xelkê devera “Enzel” a ser bi bajarê Urmiyê bû.

Herwisa di berdewamiya xwenîşandanên seranserî yên Kurdistan û Îranê de li Meydana Hewz a Tehranê de Mîlad Ustad Haşim besîcê rejîmê ku xelkê nerazî serkut dikir gihîşt bi sizayê xwe.

Rojnameya Meşriq  a girêdayî rejîmê di raporek xwe de navê Husên Ocaqî yek din ji besîcên rejîmê ku di serkutkirina xwenîşandanên li dijî qetla hikûmetî ya Jîna Emînî bi destê hêzên geşt îrşad, li bajarê Tewrêzê daye hatiye kuştin.

Li Takstanê a ser bi bajarê Qezivînê bescek din û li Meşhedê jî du besîcên din yên serkutker yên rejîmê ku navên wan nehatine eşkerekirin û di serkut û îşkecekirina xwenîşandanên li dijî qetla hikûmetî ya Jîna Emînî de dest hebûne gihîştine bi sizayên xwe.