Navenda Hevkarî ya Partiyên Kurdistana Îranê li derheq serhildana wê dawiyê ya xelkê Îran û Kurdistanê û pêwîstiya hevgirtineke berfireh, kiryarên part û hereketên siyasî yên biyanî daxuyaniyek belav kir.
Deqa daxuyaniyê wiha ye:
Xelkê xebatkar û çalakvanên seranserê Îranê!
Part, kesayetî, damezraweyên siyasî û medenî!
Greva giştî û xwenîşandana berfireh a bajar û hemû navçeyên Kurdistanê ji bo şermezarkirina kuştina zalimane ya Jîna (Mehsa) Emînî, piştgirî, hevsozî û hevahengiya serhildana giştî ya gelê Îranê bû. Niha jî lihemberderkevtina li dijî serkutkaran, em şahîdê yekrêzî û yekgirtiya gelên hemû pêkhate û xelkê Îranê ne ku rejîma dîktator û stemkar a Komara Îslamî li şeqam û kolanên Îranê xistiye tengatiyek giştî. Hevgirtina navxwe digel derve, nerazîbûna wêrek ya hunermend û werzişvanên welat, dengê nivîskar û rewşenbîrên azadîxwaz û xebatkarên din ên vî sînorî û axê gihîştiye gupikê.
Komara Îslamî ku desthilatdariya wê hatiye hejandin, hewl da ku bi rêpîvana roja Înê carek din pêla dije şoreş a besîcî û Hizbullahê li hember hereketa berfireh a dozên gel bîne meydanê. Lê, me dît ku vê carê jî ev yeka rastî şikestê hat û dîsa kolan û şeqam di destê girseyên serhildêr û nerazî de ne û tirsa xelkê ji rejîmê û tepeserkirin û karwanên wê yên serberedayî bi tevahî ji holê rabûye.
Rastiyên behskirî û tevgera berdewam a di van heşt rojan de, pêwîst dike ku em hemû hevgirtina têkoşîna heyî ber bi çalakiyên hevpar û destpêşxeriyên nû, ji bo berdewamî û xurtkirina têkoşîna heyî ve veguhazin. Li gor nêrîna me, heta ku desthilatdariya vê rejîma bi tevahî neyê herifandin, gelên Îranê aram nabin û demokrasî li vê nîştimanê pêk nayê.
Ji ber vê yekê em dixwazin ku bi lez diyalog, lihevkirin û hewlên giştpirsî û yekgirtî yên hemû sazî û damezraweyên xelkê û hereketên siyasî ji bo bihêzkirina serhildana xelkê û berdewamiya xwenîşandanan bi şêweyên cuda rêk bixin. Em hêvîdar in ku tevî cudahiyên nêrînan û dîtingehan jî, divê yekem kiryara her kesî derkevtin li dijî dîktatorî û dagîrkeriyê be. Ev erkek e ku xelkê seranserê Îranê ji me dixwazin û li hêviya cîbicîkirina vê yekê ne.
Navenda Hevkarî ya Partiyên Kurdistana Îranê
3ê Rezbera 1401an a Rojî