Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xwenîşandanek bo piştevanîkirin li xelkê xweragirê Kurdistan û Îranê li Danmarkê bi rê ve çû

12:03 - 26 Îlon 2022

Çendîn partî û aliyên siyasî bo piştevanîkirin li xelkê xweragirê Rojhilatê Kurdistan û Îranê li ser daxwaziya Navenda Hevkarî ya Partiyên Kurdistana Îranê xwenîşandanek li bajarê Kopênhag li Danmark bi rê ve birin.

Roja Şemî 24ê Îlonê, li ser daxwaza Navenda Hevkarî ya Partiyên Kurdistana Îranê û bi piştevaniya Ferderasiyona Komelên Kurdî, li bajarê “Kopênhag”ê paytexta Danmarkê, bo piştevanîkirin li şehîdan, birîndaran û girtiyan ku bi şehîdbûna “Jîna Emînî” dest pêkir û piştre bo serhildanek giştî li Rojhilatê Kurdistan û Îranê, xwenîşandanek bi beşdariya sedan kes ji endamên hêz û aliyên siyasî yên Kurdistanî û xelkê azadîxwaz û Kurdên diyasporayê bi rê ve çû û hejmarek ji berpirsên partiyên welatê Danmarkê jî beşdar bûn.

Di destpêkê de xwenîşander li rawestgeha qetarê bo xwenîşandanê kom bûn piştre bi siloganan rû bi balyozxaneya rejîma Îslamiya Îranê, meşyan.

Bernameya wê xwenîşandanê ji aliyê birêveberên xwenîşandanê “Bêrîvan Bedrî û Ehmed Rehmanî” ve hat ragihandin û bi xwendina sirûda neteweyî ya “Ey Reqîb” û ragirtina bîstek bêdengî bo rêzgirtin ji canê paqij ê şehîdên Kurd û Kurdistanê destpê kir

Piştre ji aliyê “Ehmed Rehmanî” û bi nûneratî li “Navenda Hevkarî ya Partiyên Kurdistana Îranê” xêrhatin li xwenîşanderan kir û tevî îşarekirin bi girîngiya wê xwenîşandana berfireh, rohnkirinek li ser xweragiriya xelkê serhilderê Rojhilatê Kurdistan û Îranê kir ku alava vê serhildanê bi şehîdkirina “Jîna Emînî hilbû û nîşanderên serhildanê piştre ew bo şêwazek seranserî guherîn.

Bernameya vê xwenîşandanê  bi herdu zimanên Kurdî û Danmarkî bûn ku wiha ne:

1.Peyama Navenda Hevkarî ya Partiyên Kurdistana Îranê bi zimanê Danmarkî ji aliyê “Seher Hisamî”.

2.Peyama Navenda Hevkarî ya Partiyên Kurdistana Îranê bi zimanê Danmarkî ji aliyê “Elî Mîrxanî”

3.Peyama Navenda Hevkarî ya Partiyên Kurdistana Îranê bi zimanê Farsî ji aliyê “Leyla Şerî`etî

4.Peyama Federasiyona Komelên Kurdî li Danmarkê ji aliyê “Roya Seîdî”

5.Peyama Navenda Jinan a Rojhilat ji aliyê “Şanaz Kakeazer”

6.Peyama cihgirê serokê Partiya gel a Sosiyalîst  ji aliyê “Serdal Benli”

7.Peyama Partiya Yekîtî “Endhediesten” ji aliyê “Rose Lund”

8.Peyama Partiya Kesk “grønne partier” ji aliyê “Elise Bjerkrheim”

9.Peyama Jinan a Danmarkê “kvindernes råd” ji aliyê “Îldes Axdowan”

10.Xwendina helbestek bi hest ji aliyê “Faxir Mewlûdî”

Herwisa cihek sembolîk û xemilandî bi wêneya şehîd “Jîna Emînî” û şehîdên din ên serhildana xelkê Rojhilatê Kurdistanê hatibû amadekirin ku xwenîşanderan bo nîşandana emegnasiya xwe, ew gulbaran kirin.

Qonaxa dawî ya vê xwenîşandanê bi strandina sirûda “Ey Şehîdan” ji aliyê hemû xwenîşanderan bi dawî hat.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, Komîteya Danmark