Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Yakîtiya Ewropayê daxwaza sekinandina lezgîn a serkuta tunditîj a neraziyan li Îranê kiriye

12:09 - 26 Îlon 2022

Şêwreya Ewropayê bi belavkirina daxuyaniyekê ji rejîam Îranê daxwaz kiriye ku bi lezgînî serkutkirina tundtîj a xwenîşanderên nerazî li Îranê bisekinîne û destpêragihîştin bi înternetê û rê ji belavbûna zaniyariyan berde.

Roja Yekşemî 25ê Îlonê Şêwreya Ewropayê bi belavkirina daxuyaniyekê, daye zanîn ku encamdana tunditijî bi awayek berfireh û zêde li dijî xwenîşandana nerzayetî li Îranê û qutkirina înternetê û rêgirî ji destpêragihîştina xelkê bi torên civakî ji aliyê rejîma Îranê ve bi kiryarek bê hincet binav kir ku bi ti awayekê nayê qebûlkirin.

Herwisa Şêwreya Ewropayê bi tekez ji pêbendbûna rejîma Îranê bi biryarên navnetewî yên mafê medenî û siyasî daxwaz kir ku Îran yek ji wajokerên vê biryarnameyê ye.

Di vê daxuyaniyê de bi rohnî, micidî û tekezî hatiye gotin: “Xelkê Îranê her wek hemû cihên din ên cîhanê, mafê vê yekê hene ku xwenîşandana nerizayetî ya aştîxwazane heye û di her cure rewşekê de ew maf divê bê garantîkirin”.

Herwisa Şêwreya Ewropayê ji rejîma Îranê daxwaz kiriye: “Amara kuştî û binçavkiriyan belav bike û tev kesên ku di xwenîşandanên aştîxwazane de hatine binçavkirin, azad bike”.