Navenda Hêza Pêşmergê Kurdistanê derheq êrîşa rejîma Îslamî ya Îranê bo ser deverên Herêma Kurdistanê daxuyaniyek belav kir.
Deqa daxuyaniyê wiha ye:
Em xelkê şoreşivan û bişeref ên Kurdistanê agehdar dikin ku rejîma Komara Îslamî ya Îranê li berdewamiya destdirêjiya çekdarî ya xwe li du rojên derbasbûyî de, ku bi çekên giran ên cur bi cur navçeyên çiyayî yên Kurdistanê topbrana kiriye, li demjmêr 11:25 xuleka îro jî bi dema Herêma Kurdistanê bi balafirên bê balafirvan du binkeyên gerokî yên Hêza Pêşmergê Kurdistanê di vê deverê de kiriye armanc.
Ev kiryara dije gelî ya Komara Îslamî ya Îranê, bi xweşî ve ti ziyanek li xelkê deverê û Hêza Pêşmergê Kurdistanê li pey xwe neaniye