Piştî rabûna xelkê bajarê Şinoyê di dawiya meha Xermanana sala 1401an xelkê bajarê Şinoyê karîn di şevekê de kontirola bajar bigirin destê xwe û hêzên Spaha Pasdaran a terorîst, hêzên dije Şoriş û hêzên ewlehî neçar bi paşve kêşanê bikin.
Ji sipêdeha vê şevê heta niha hemû xelkê bajêr gireva seranserî girtine û rewşa bajar bi tewahî ji aliyê hêzên leşkerî ve hatiye milîtarîzekirin.
Pêka çavkaniyek agehdar hêzên leşkerî bi tewahî di nava bajêr dene û kes nikare di heyams şevê de li malên xwe derbikevin, û herwisa di piraniya cihên bajêr de xalên vekolînê danîne û tev maşîn û telefonên welatiyan vedikolin.
Herwisa çavkaniya agehdar daye zanîn, binçavkirina neraziyên birîndarbûyî heta niha berdewame, di kombûnên nerizayetiyê de bi guleyên şer li nateng bo serê teqe ji kesên nerazî hatiye kirin, û piştî binçavkirinê jî teqe ji wan dike.
Çavkaniya agehdar zêde kiriye, ji qedera kesên binçavkirî ti zanyariyek ji ber dest de tune ye, û ger hemû bajar weke Şinoyê rabin dê bigihîjin azadiyê.
Heta niha 4 welatî bi sedema teqeya rasterast a hêzên ewlehî di kombûnên nerizayetiyê de canê xwe ji dest dane.