Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bi sedema serkuta hovaneya xelkê ji aliyê rejîma Îranê, Almaniyayê balyozê Îranê banghêj kir

17:38 - 26 Îlon 2022

Wezareta Derve ya Almaniyayê, balyozê Komara Îslamiya  Îranê li bajarê Berlînê banghêjî vê wezaretê kir.

Bi sedema serkuta hovaneya xelkê ji aliyê hêzên serkutker û ewlehiyên rejîma Îranê û helwesta Yekîtiya Ewropayê li hember tunditîjî li serkuta xwenîşandanên nerizayetî yên aştîxwazaneya xelkê Rojhilatê Kurdistan û Îranê, balyozê rejîma Îranê bo vê wezaretê banghêj kiriye.

Berdevkê Wezareta Derve yê Almaniyayê” Christopher Burger”, roja Dûşemî 26ê Îlonê, li derheq rengehiya dorpêçên zêdetir li dijî rejîma Îranê bi sedema serkuta xwenîşandanên aştîxwazane ya xelkê gotiye: “Em dê hemû bijardeyan digel welatên din ên Yekîtiya Ewropayê gengeşe bikin”.

Herwisa Serokwezîrê Almaniyayê “Olaf Scholz” jî çend rojan berî niha, kuştina “Jîna Emînî” ji aliyê “Geşta Îrşad” a ser bi hêza Întizamiya rejîma Îslamiya Îranê ve bi kiryarek “hovane” binav kiribû.