Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Reuters: “Zêdebûna êrîşên Îsraîl li Sûriyê bona rêgirîkirin ji veguhastina çek û teqemeniyên Îranê bo Sûriyê ye

12:44 - 4 Îlon 2022

Nûçegihaniya “Reuters”ê belav kiriye ku, zêdebûna êrîşên esmanî yên artêşa Îsraîl bo ser balafirxaneyên Sûriyê, bi armanca rêgirîkirin jî veguhastina çek û teqemeniyên Îranê bo girûpên girêdayî rejîma Îranê ye.

Çek û teqemiyên Îranê bo hêzên rejîma Îranê li Sûriyê û girûpên girêdayî vê rejîmê li Sûriye û Lubnanê bi rêya esmanî tên veguhastin, lewma artêşa Îsraîl bi bombebarankirina balafirxaneyên Sûriyê dixwaze rê ji veguhastina wan çek û teqemeniyên Îranê bigre.

Nûçegihaniya “Reuters”ê di raporekê de eşkere kiriye ku, rejîma Îranê di wê dawiyê de bo veguhastina çek û teqemeniyan êdî rêyên bejayê bi kar nayîne û mifahê ji rêyên esmanî verdigre.

Herwisa pêka vê raporê, Îsraîlê êrîşên esmanî li ser balafirxayeyên Sûriyê zêdetir û dijwartir kirine.

Balafirxaneyên “Heleb û Demişq”ê di wan êrîşan de xisar dîtine.

Rejîma Îranê bi mifahvergirtin ji balafirên rêvînghilgir, çek û teqemeniyan vediguhaze û ti girîngiyekê bi canê rêvîngan nade û wan wek mertal û bo perdepoşkirina veguhastina çek û teqemebniyan bi kar tîne.