Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Stranbêja jina navûdeng a Tirkiyê bona piştevanîkirin ji xwenîşandanên seranserî yên Îranê porên xwe birî

10:45 - 27 Îlon 2022

Melik Moso Stranbêja navûdeng ya jin a Tirkiyê duh li dema birêvebirina konserta xwe bona piştevanîkirin li jin û xwenîşandanên seranserî yên Îranê porên xwe birî.

Hevdem digel serhildana seranserî ya xelkê Kurdistan û Îranê piraniya kesayetiyên hunermend û ektrekên navûdeng yên cîhanî bi awayên cuda piştevanî ji jinên Îranê kirin ku her di vê derheqê de jî Melik Moso stranbêja jin ya navûdeng ya Tirkiyê di dema birêvebirina konserta xwe porên xwe birî û bi wê hereketê qetla hikûmetî ya Jîna Emînî bi destê hêzên serkutker yên geşta îrşad a rejîmê şermezar kir.

Herwisa Kîmkardaşiyan ekter û modelînga Amerîkî li ser rûpela tora civakî ya xwe nivîsî: Xelkê Îranê bo mafên bingehîn yên xwe berxwedaniyê dikin û ew berxwedaniyê dikin da ku Îranê werbigrin, wê ektera navûdeng a Amerîkayê wiha piştevaniya xwe ji  xelkê Îranê re ragihandin.

Herwisa Pînar Denîz ektera xelkê Tirkiyê jî bi belavkirina wêne û heştega pêwendî bi qetla hikûmetî ya Jîna (Mehsa)Emînî bi destê hêzên serkutkar yên geşta îrşadê li ser tora civakî ya înstgramê piştevanî ji xwenîşandanên seranserî yên Îranê kir.

Gulişîfite Ferahanî ektera Îranê ku li derveyî welat dijî, piştevanî ji xwenîşandanên seranserî yên xelkê Îranê yên li dijî qetla hikûmetî ya Jîna(Mehsa)Emînî kir û li ser tora civakî ya xwe ji xwenîşanderan re got: Hûn bixwe rêberê wê hereketa bicoş û serhilder a dîrokî ne, hereketeke ku 170 sal e xortên wê nîştimanê nekarîn encam bidin û hûn keç û xortên dehkên 70 û 80`î pişta hev rawestane.