Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li Rojavayê Kurdistanê, jinan piştevanî li xwenîşandan û serhildana Rojhilatê Kurdistan û Îranê kirin

11:08 - 27 Îlon 2022

Di rojavayê Kurdistanê de li bajarê Qamîşloyê, hezaran jin bo nîşandana nerizayetiya xwe li hember kuştina “Jîna Amînî” bi destê hêza “geşta îrşad” a rejîma Îranê xwenîşandan lidar xistin.

Roja Duşemî 26ê Îlonê, li Rojavayê Kurdistanê û di bajarê “Qamişlo”yê de, hezaran jinên wî bajarî bi wêneyên “Jîna Emînî” û şewitandian xavikên serê xwe û hejmarek ji wan bi birîna biskên xwe, xwenîşandanek bi seh bo şermezarkirinia kuştina “Jîna Emînî” ji aliyê hêza “geşta îrşad” bi rê ve birin û silogana “jin jiyan azadî” dan.

Yek ji birêveberên Saziya Mafê Jinan “Gongireya Star” û birêveberê vê xwenîşandanê, “Urwe Salih” piştevanî ji serhildana Rojhilatê Kurdistan û Îranê kiriye.

Herwisa li bajarê “Efrîn”ê li Rojavayê Kurdistanê jî xwenîşandanek berfireh bo Piştevanîkirin li serhildana Rojhilatê Kurdistan û Îranê û bi dana silogana “jin jiyan azadî” bi rêve çû.

Her di vê derheqê de bi hezaran ciwan li bajarê “Stenbol” li Tirkiyê, bi dana silogana “jin jiyan azadî” û “Jîna tu namirî, Jîna tu sembol î” xwenîşandanek berfireh lidar xistin ku rastî rêgiriya hêzên polîs ên Tirkiyê hatin.