Roja Duşemî 3ê Rezbera sala 1401an a Rojî, pêşmergeyê dêrîn ê Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê “Ebdulrehman Rehmanînijad” li devera “Mirgewer” a ser bi bajarê Urmiyê koça dawiyê kir.
“Ebdulrehman Rehmanînijad” naskirî bi “Uzêr” li sala 1358an a Rojî, çeka pêşmergetiyê li Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê hilgirt û heta dawiya sala 1362an a Rojî, li refa Hêza Pêşmergê Kurdistanê xebat û tekoşîna xwe berdewam kir.
Piştre li ser îzna Hizba Demokrat û bi hevahengî digel berpirsên wê demê yên Hizba Demokrat li devera “Mirgewer”, zivirîbû navxweyî Rojhilatê Kurdistanê û bi nihênî, xebat û çalakiyên xwe berdewam kir.
Herwisa cihê gotinê ye ku hevrê “Uzêr”, piştî zivirîn bo navxweyî Rojhilatê Kurdistanê çi vê demê ku nişteciyê “Dizeya Mirgewer” bû û çi dema nişteciyê gundê “Nêrgê” li devera Mirgewer bû, bi berdewamî bo tîm, hêz û pêşmergeyên Hizba Demokrat mêvandarî dikir.
Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê sersaxiyê dibêje malbata “Ebdulrehman Rehmanînijad” û xwe bi hevparê xema wan dizane.