Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mangirtina seranserî ya xwendekaran li Rojhilatê Kurdistan û Îranê dest pêkir

16:57 - 27 Îlon 2022

Piştî vê ku berpirsên Wezareta Zanist a rejîma Îranê li 27ê Xermananê, belav kiribûn ku îsal hemû qonaxên xwendinê bo dersxwan û xwendekaran dê bi awayê rasterast bi rê ve herin û ti bernameyek bo waneyên online li zanîngehan nîne, xwendekaran li derheq vê biryara rejîmê, rijiyane ser şeqaman û man girtin.

Xwendekaran li piraniya bajarên Rojhilatê Kurdistan û Îranê, ragihandine ku ne bi awayê rasterast û ne bi awayê online, di polên waneyan de amade nabin û bi wî awayî man ji xwendina waneyan girtine.

Mangirtina xwendekaran ji roja Duşemiyê ve li piraniyan zanîngehên Rojhilatê Kurdistan û Îranê dest pêkiriye.

Her di vê derheqê de 6 rêkxirav û partiyên Komarîxwazên Demokrat ên nişteciyê derveyî Îranê, piştevaniya xwe li mangirtina mamoste, dersxwan û xwendekaran ragihandin.