Navenda Hêza Pêşmergê Kurdistanê derheq topbarana rejîma Îranê bo ser axa Herêma Kurdistanê daxuyaniyek belav kir.
Deqa daxuyaniyê wiha ye:
Em ji xelkê mafxwaz ên Kurdistanê re radigehînin ku îro roja Sêşemî, rêkevta 5ê Rezbera 1401an a Rojî, Spaha Pasdaran a Komara Îslamî ya Îranê di berdewamiya destdirêjiyên xwe bo ser deverên sînorî yên Kurdistanê, bo carek din êrîşa mûşekî û topxaneyî kire ser deverên sînorî.
Ji sibêdeha îro ve hevdem digel êrîşa topxaneyî bo ser deverên çiyayî yên “Seqer û Berbezîn”ê li devera Çoman ya ser bi Herêma Kurdistanê, çiyayê “Diro”yê jî, ji aliyê Spaha Pasdaran ve hate mûşekbarankirin.
Navenda Hêza Pêşmergê Kurdistanê
5ê Rezbera 1401an a Rojî